Hîleyên li Mêrdînê eşkere bûn: Dengên Çepên Kesk hatine parvekirin
Mîna li dehan bajaran li Mêrdînê jî di hilbijartinên giştî de eşkere bû ku dengên Partiya Çepên Kesk di nava partiyên cuda de hatine parvekirin.
Mîna li dehan bajaran li Mêrdînê jî di hilbijartinên giştî de eşkere bû ku dengên Partiya Çepên Kesk di nava partiyên cuda de hatine parvekirin.
Li Mêrdînê tespîtên nû hatin kirin ku dengên Partiya Çepên Kesk kêm an jî li ser partiyên cuda hatine nivîsandin.
Her wiha eşkere bû ku li hin sindoqan ji bo AKP'ê dengên zêde hatine nivîsandin. Li wan sindoqan îtiraz hate kirin.
JI PARTIYA ÇEPÊN KESK HATE WERGIRTIN Û LI PARTIYÊN DIN HATIN BELAVKIRIN
Di encama lêkolînê de hate dîtin ku li navçeya Artûklûyê li sindoqa bi hejmara 1012'an dengê Partiya Çepêwn Kesk 111 bû, lê li sîstemê weke 100 deng hatin qeydkirin. Dengên AKP'ê jî 85 bû, lê li sîstemê 135 deng hatin qeydkirin.
Li gel vê yekê li navçeya Artûklûyê li sindoqa bi hejmara 1217'an dengên Partiya Çepên Kesk 114 bû, lê li sîstemê 91 deng hate qeydkirin. Dengê AKP'ê ku 96 bû li sîstemê weke 107 deng hatin qeydkirin.
Li heman sindoqê dengê MHP'ê 17 bû, lê weke 30 hate qeydkirin. Dengên partiyên din jî kêm hatin qeydkirin.
LI NISÊBÎNÊ DENGÊN LI SINDOQEKÊ HATIN JÊBIRIN
Li taxa Kertwene ya Nisêbînê li sindoqa bi hejmara 1106'an dengê Partiya Çepên Kesk 171 bû, lê tespît bû ku hemû bi navê MHP'ê hatine qeydkirin. Bi vî rengî dengê Partiya Çepên Kesk weke 'sifir' hate nîşandan. Her wiha 20 dengên CHP'ê jî li ser Partiya Yekîtiya Hêzê hate qeydkirin.
LI QOSERÊ 219 DENG LI SER HKP'Ê HATE NIVÎSANDIN
Li taxa Firatê ya Qoserê li sindoqa 1203'an jî deng li ser cihê şaş hate nivîsandin. Li sindoqa navborî dengên Partiya Çepên Kesk 219 bû, lê hemû li ser navê Partiya Rizgariya Gel (HKP) hate nivîsandin.